Banê xanî bi ser wan de ket: 2 zarok mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî navçeya Hesenkelehê yê parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê banê xanî bi ser malbatekê de ket û di encamê de 2 zarok mirin.

Li gundê Porsukê yê navçeya Hesenkelehê, şeva borî demjimêr 21:00ê banê xaniyê ku bi axê hatibû çêkirin bi ser malbateke 6 kesî de ket xwarê.

Di bûyerê de 6 kes di bin banê hilweşiyayî de man ku wan debara xwe bi şivantiyê dikir.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendursitiyê û tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Hinek ji kesên di bin banê kavilbûyî de mabûn bi derfetên xwe derketin û hinek jî ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Kerîmhan û Sudenaz mirin

Lê ji birîndaran xwîşk û birayên hev Kerîmhan Kara (6) û Sudenaz Kara (11) tevî hemû midaxeleyan mirin.

Tê gotin ku derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin û dê li nav malê jî lêkolînên teknîkî bên kirin ka sedema herifîna banê xanî çi bûye.