Serok Barzanî: Vekişîna Amerîkayê dê bibe sedema serhildana DAIŞê

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser vekişîna hêzên Amerîka û Koalîsyonê yên ji Îraqêhişyarî da û got, "Eger hêzên Amerîka û Koalîsyonê vekişin, em dê rûbirûyê heman senaryoya 2012an bibin û DAIŞ dê dîsa serî hilde."

Serok Barzanî her wiha bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Serok Mesûd Barzanî bi kanala France 24 a Fransayê re hevpeyvînek kir

Ev hevpeyvîna Serok Barzanî di çarçoveya serdana wî ya Fransayê de bû ku îniya borî ji bo beşdarbûna merasîma vekirina kolaneke bi navê "Pêşmerge" çûbû Parîsa paytext.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê û tirsa şerê Kurd û Ereban

Serok Barzanî derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de ji zêdebûna tundûtûjiyan anî ziman dilgiraniya xwe anî zimên û piştgiriya xwe ya ji bo Peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de dubare kir.

Serok Barzanî li ser îhtimala derketina şerê di navbera pêkhateyan de hişyarî da û got:

"Tirsa min a herî mezin ew e ku destek hebe bibe sedema şerê di navbera Kurd û Ereban de.

Em dê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl bidin ku ev yek çênebe."

Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kir ku "şer ne çareserî ye" û divê hikûmeta nû ya Sûriyeyê rêzê li hemû pêkhateyan bigire.

"Hêvîdar im Ocalan azad bibe"

Li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û biryara PKKyê ya çekdanînê, Serok Barzanî ragihand ku ew bi temamî piştgiriyê didin pêvajoyê û got:

"Pêvajoya vê carê ji yên berê cuda ye. Niha hem hikûmet, hem parlamento û hem jî kolana Tirkiyeyê piştgiriyê didin, em dibînin ku her kes li gel pêvajoya aştiyê ye."

Derbarê îhtimala serdana Abdullah Ocalanê Rêberê girtî yê PKKyê, Serok Barzanî got, "Bêguman ez hêvîdar im ku karibim wî bibînim lê li derveyî girtîgehê."

Barzanî her wiha amaje pê kir ku li gorî wî azadkirina Ocalan "dê bibe encama pêvajoya aştiyê."

Hişyarî li ser vekişîna hêzên Amerîkayê

Yek ji mijarên girîng ên axaftina Serok Barzanî, pirsa vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê bû.

Serok Barzanî bi awayekî zelal hişyarî da û got, "Ti guman tê de nîne.

Eger hêzên Amerîka û Koalîsyonê vekişin, em dê vê carê jî rûbirûyê heman senaryoya 2012an bibin û DAIŞ dê dîsa serî hilde, ti guman tê de nîne."

Serok Barzanî her wiha tekez kir ku "hîn pêdiviya Îraqê bi hêzên Amerîkî û hevpeymanan heye" ji ber ku metirsiya DAIŞê maye.

Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêka nasnekirina federasyonê

Li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, Serok Barzanî ragihand ku hîn astengî li pêşiya pêwendiyan hene lê çareserî dê bi rêya destûrê be.

Serok Barzanî got, "Destûreke me heye ku ji bo me û ji bo Bexdayê nexşerê ye.

Em ji bilî tiştên di destûrê de hene daxwaza tiştekî nakin lê em rê nadin ku were binpêkirin jî."

Her wiha amaje bi pirsgirêkeke bingehîn kir û got, "Pirsgirêk ew e ku Bexda federasyonê nas nake."