Agirê li daristanên Şemzînanê 2 roj in berdewam dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê agirê ku du roj in bi daristanê ketiye, hîn nehatiye vemirandin.

Ji bo kontrolkirina agir, hewlên ji bejahî û asmanî ve berdewam dikin.

Agir doh li nêzîkî gundê Surûnîsê yê Şemzînanê ji ber sedemeke nediyar derket û bi bandora bayê gur di demeke kurt de belav bû. Tevî midaxeleya gundî û tîmên îtfaiyeyê, şewat hîn jî didome.

Îro di roja duyemîn a şewatê de, helîkoptereke ku ji parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê hatiye şandin jî ji asman ve piştgiriyê dide xebatên vemirandinê.

Qeymeqamê Şemzînanê Yunus Emre Akpinar serdana herêma şewatê kir. Akpinar diyar kir ku şeva borî agir hatibû vemirandin lê ji ber bandora bayê bihêz agir dîsa geş bûye û belav bûye.

Yunus Emre Akpinar her wiha da zanîn ku ji bo ewlehiyê, xelkê 21 malên li nêzîkî herêmê hatine vaguhastin.