Li Rihayê zilamekî kuştî hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zilamek di otomobîlê de kuştî hat dîtin.
Doh li navçeya Siwêregê polîsan xwest ku otomobîlekê rawestînin û kontrol bikin.
Lê otomobîl ranewestiya û rêya berdewam kir.
Cenaze di otomobîlê de hat dîtin
Polîsan lêkolîn berdewam kir û otomobîl li cihekê bi awayekî parkkirî dît.
Di otomobîlê de Mehmet Akgunê 24 salî bi mirîtî hat dîtin.
Di pişkînînan de diyar bû ku Akgun bi demançeyê hatiye kuştin.
Derbarê bûyerê 2 kes hatin desteserkirin û hêzên ewlehiyê ew birin Birêvebirya Ewlehiyê ya Siwêregê.