Li Wanê otobusa rêwiyan şewitî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan şewitî.

Şewat di motora otobusekê de derket ku ji Wanê diçû Stenbolê û Burhan Laçîn diajot.

Şofêr otobus li kêleka rê da sekinandin, rêwî peya bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinên çûn cihê bûyerê.

Agir hat vemirandin lê otobus bi tevahî şewitî ku êdî nikare bê bikaranîn.

Rêwî bi otobuseke din hatin şandin.