Li Rihayê qeza: 10 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Curnê Reş a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê minîbusa karkeran û otomobîlek li hev qelibîn.

Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 10 kes birîndar bûne.

Li navçeya Curnê Reş minîbusa ku Mehmet Demîr diajot û otomobîla ku Huseyîn Kîraz diajot li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.

Di encama qezayê de 10 kesên birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.