Li Reqayê krîza avê derketiye
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê ji ber daketina asta Çemê Feratê krîza avê derketiye.
Asta Gola Feratê 6 metreyan daketiye û şêlobûna avê zererê dide santralên sereke.
Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê neçar maye ku avê bi awayekî kontrolkirî li taxan belav bike.
Av bi dorê li taxan tê belavkirin
Hevserokê Daîreya Avê ya Rêveberiya Xweser a Reqayê Hisên Circib got:
“Ji ber daketina asta ava Çemê Feratê santralên sereke yên parzûnkirina avê zererê dibînin û ew hinek caran nayên bikaranîn û hinek caran jî kar dikin.
Ji bo em pirsgirêka avê li nav bajarê Reqayê çareser bikin me dest bi sîstema belavkirina bi kontrol a avê kiriye.
Em rojekê avê didin nîvê bajar û rojekê jî avê didin nîvê din, bi vî awayî ti kes bê av namîne.”
Kanalên çandiniyê tên nûjenkirin
Heman sîstem ji bo kanalên avdana zeviyên çandiniyê jî ketiye heye.
Her wiha ji bo ku av bi erdê de neçe, kanalên ku zerer dîtine tên nûjenkirin.
Birêvebirêa Beşa Nûjenkirina Kanalan Mihemed Bozan jî got:
“Demên dawî beşa nûjenkirinê li ser karê xwe yê li kanalên wekî Ensar, Xenam, Bilîx, 32S ,33S, Mengelan û US Ednaniyeyê berdewam dike.
Ji destpêka salê û heta niha me 775 metre sêca beton ji bo nûjenkirina kanalan bi kar aniye.
Tevî şiyanên me yên sînordar me nehiştiye zêdeyî 2-3 rojan her kanalek ji kar bikeve.”
Li Reqayê ji ber daketina asta ava Çemê Feratê, rêjeya şêlobûnê li gor pîvana yekîneya avê gihîştiye ji sedî 5an.
Her wiha daketina 6 metreyan a asta Gola Feratê, bandoreke neyînî li ava vexwarinê û berhemên çandiniyê kiriye.