4 şervanan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku 4 şervanên wan canê xwe ji dest daye

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, 3 şervan li Dêrezorê di şerê li dijî DAIŞê de û şervanek jî li Hisîçayê di qezayeke leşkerî de canê xwe ji dest daye.

Nasnameyên şervanan hatin eşkerekirin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên bi navê Eymen (Cuma Îbrahîm El Dîb), Elî (Silêman Ehmed El Mezîd) û Yûsif (Malik Ebdulah El Hoşî) li herêmên cuda yên Dêrezorê di deşerê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê de canê xwe ji dest daye.

Her wiha şervanê bi navê Lewend Qamişlo (Ebdulcebar Umran Xelîl) jî di qezayeke leşkerî de li bajarê Hisîçayê canê xwe ji dest daye.

HSDyê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û soza şopandina rêya wan da.