Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî ragihand ku di navbera wan û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de li ser mijara yekkirina saziyan nakokî heye.
Mihemed Elî her wiha da zanîn ku ew yekkirineke damezirîner dixwazin ku hemû alî tê de beşdar bin lê hikûmeta Şamê dixwaze saziyên wan di nav yên xwe de bihelîne.
Serokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSDyê Hesen Mihemed Elî derbarê dan û standinên bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re ji Ajansa North Pressê axivî û li ser xalên ku li hev nakin rawestiya.
“Cudahî di şîrovekirina yekkirinê de heye”
Hesen Mihemed Elî eşkere kir ku nêrîna wan û ya hikûmeta demkî ya li ser mijara “yekkirinê” ne wekî hev e û wiha got:
"Di şîrovekirina mijara yekkirinê de cudahî heye, ango em li yekkirinê wekî jinûveavakirina Sûriyeyê dinêrin, bi wateya ku yekkirin bibe yekkirineke damezirîner.
Lewma dema ku yekkirin damezirîner, beşdarî, demokratîk be û ne bi zorê be, û bi hevparîya hemûyan di avakirinê de be, ev me digihîne çareseriya herî baş."
Li hemberî vê, Mihemed Elî anî ziman ku hikûmeta Sûriyeyê "li yekkirinê dinêre mîna ku divê sazî di nav saziyên Hikûmeta Veguhêz a Demkî de bihelin".
Berpirsê MSDyê tekez kir ku "divê em ji nû ve damezirînin, û astengiyên sereke meseleya şîrovekirina rêkeftinê ye."
"Hikûmeta Demkî hikûmeteke 'emrê waqi' ye"
Hesen Mihemed Elî amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Demkî ne bi beşdariya hemû aliyan hatiye avakirin û anî ziman:
"Hikûmeta Demkî hikûmeteke 'emrê waqi' ye, ji ber ku hilbijartin nînin û ji aliyê kongreyeke niştimanî ve ku hemû hêzên niştimanî yên Sûriyeyê tê de beşdar bûne, nehatiye erkdarkirin.
Herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê di vê kongreyê de beşdar nebûn, ango rewatiya vê kongreyê ji bo erkdarkirinê nebû, ji bilî nebûna destûreke Sûriyeyê, lewma hikûmet hikûmeteke 'emrê waqi' ye."
Mihemed Elî li ser vê bingehê pê de çû:
"Di rewşa hikûmeta 'emrê waqi' de û her wiha bakurrojhilatê Sûriyeyê jî 'emrê waqi' ye, ev yek pêwîstî bi yekkirineke damezirîner a ji nû ve heye, ango du hikûmetên 'emrê waqi' hene, û ev yek rakirina hemû saziyên berê yên rejîma têkçûyî û avakirina ji nû ve dixwaze."
Gotûbêjên li ser taxên Kurdan ên Helebê
Derbarê rewşa taxên Kurdan ên li Helebê de, Serokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSDyê da zanîn ku gotûbêjên wan ên bi hikûmeta Sûriyeyê re berdewam in û destnîşan kir ku "dê encamên erênî ji gotûbêjan ji bo hemû Sûriyeyan derkevin û em geşbîn in".
Mihemed Elî ev mijar zelal kir û got, "Rêkeftina li ser taxên Kurdan wekî beşek ji rêkeftina 10ê Adarê tê.
Ew pêngavek ber bi rêya rast ve bû ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û da ku ev model ji bo çareserkirina pirsgirêkan veguhere modelekî Sûriyeyî.
Lê mijara gihîştina hemû encaman û cîbicîkirina hemû biryarên rêkeftinê demê jê re divê.
Me nekarî hemû mijaran bi carekê çareser bikin, ji ber ku Sûriyeyê demeke tijî bûyer û pirsgirêk derbas kir, lê em li ser çareserkirina pirsgirêkan bi israr in".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse