'Hinartina petrola Kurdistanê di berjewendiya Amerîkayê de ye'

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Herêma Kurdistanê ya Washingtonê gor, "Di berjewendiya Amerîkayê de ye ku hinartina petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê bike."

Bi dehan bazirganên Amerîkî li ser navê kompaniyên xwe li Herêma Kurdistanê ne.

Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Trîfa Ezîz dibêje, ew girîngiyeke mezin didin kompaniyên Amerîkî û hatina vê şandeyê jî vê yekê nîşan dide.

Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Trîfa Ezîz derbarê hatina şandeya bazirganên Amerîkî de axivî.

Trîfa Ezîzê derbarê hatina şandeya bazirganên Amerîkî de anî ziman ku ew îsal hewl didin şandeyê hîn piralîtir bikin û got,

"Ango sektorên cuda li vir in û bala wan ne tenê li ser qadeke diyarkirî ye. Ji ber vê yekê em gelekî kêfxweş in ku kompaniyên me yên sektora xizmetguzariya darayî, pîşesaziya teknolojiyê, perwerde û tenduristiyê hene.”

“Divê hinartina petrolê demildest dest pê bike”

Nûnera Hikumeta Herêmê ya Amerîkayê da zanîn ku di berjewendiya hikûmeta Amerîkayê û kompaniyên enerjiyê yên wî welatî de ye ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê demildest dest pê bike û wiha axivî:

“Hikumeta Herêma Kurdistanê gelekî nerm bûye, me dan û standin kiriye û em çûne Bexdayê.”

Trîfa Ezîzê anî ziman ku pirsgirêk ew e ku divê Bexda jî li hemberî vê yekê vekirî be û wiha pê de çû:

“Em dixwazin kompaniyên Amerîkî ji bo misogerkirinê werin Kurdistanê da ku bi destpêkirina hinardekirina petrolê re rehet bin  lê ev mijarek e ku em berdewam li ser dixebitin û hikûmeta Amerîkayê jî li ser dixebite. Înşelah di demeke nêzîk de (hinardekirina petrolê) dê dest pê bike.”

Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê destnîşan kir ku pêwendiyên aborî yên xurt û bazirganiyeke xurt li gel asayîş û pêwendiyên siyasî ne û got:

“Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi wê peyamê hat Washingtonê ku em dixwazin pêwendiyên xwe bigihînin qonaxeke nû ku ew jî bazirganiyeke bihêztir a aborî ye. Wekî Serok Donald Trump jî dibêje, em bazirganiyê dixwazin, ne şer.”