Amîna Zikrî: Emê daxwazên penaberên Kobaniyê bibin parlamento

Sînorê Kobanî (Rûdaw)- Parlamenterekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bajêrvaniya Rihayê rexne dike û dibêje heta niha ti hevkarî pêşkêşî bajêrvaniya Pirsûsê nekiriye bo alîkariya penaberên Kobaniyê.

Parlamenterê HDPê Îbrahîm Binîcî, ku niha ligel şandeke Parlamentoya Kurdistanê li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye di daxuyaniyekê de bo Rûdawê bi tundî rexne li bajêrvaniya Rihayê kir ku alîkariyan pêşkêşî bajêrvaniya Pirsûsê nake da ku ew jî hevkariya penaberên Kobaniyê bikin.

Pirsûs dikeve ser sînorê Kobaniyê û piştî bûyerên herêma Kobaniyê beşek mezin ji penaberan berê xwe dane wir.

Hevdem perlemantera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û endama şanda Parlamentoya Kurdistanê li ser sînorê Kobaniyê Amîna Zikrî ji Rûdawê re ragihand: “Em hatin ji nêzîk ve agahdarî rewşa Kobaniyê bibin û hevkarî û alîkariyan bighînin penaberan.”

Amîna Zikrî wiha got: “Emê daxwazên penaberên Kobaniyê bibin Parlamentoya Kurdistanê, da ku em rewşa wan gotûbêj bikin û biryarê li ser bidin.”