ROJHILATA KURDISTANÊ – Di roja zarokan de kêfxweşiya KURDÎ

08-10-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Merîwan (Rûdaw) – Li bajarê Merîwan a Rojhilata Kurdistanê bi helkefta “Roja Zarokan”  merasîmekê hat lidarxistin û 190 zarokan qursa zimanê kurdî qedandî bawernameya kurdî wergirtin.

Ji sala 2012ê ve ji bo zarokên li navenda bajarê Merîwan û gundên derdora wê ji aliyê saz û dezgehên sivîl û çalakvanan ve qursên zimanê kurdî di betlaneya havînê de têne diristkirin.


Li bajarê Merîwan a Rojhilata Kurdistanê bi helkefta “Roja Zarokan” merasîmek hat lidarxistin û nêzîkî 400 zarokan beşdarî kir.


Di merasîmê de 190 zarokan qursa zimanê kurdî qedandî ku ferî nivîsandin û xwendina kurdî bûne, bawernameya xwe wergirtin.


Zarokên bawernameya kurdî standin gotin ew ji wê yekê gelekî kêfxwş in.


Di merasîmê de zarokan helbest xwendin û stranên kurdî jî gotin.


Li Rojahilata Kurdistanê û Îranê 7ê Cotmehê weke roja zarokan tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst