“Dibe ku konfederasyon bibe rojeva Hewlêr-Bexdayê”
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk ragihand, referandum îradeya rewa ya gel û veger jê tine ye û destnîşan kir, eger ku Iraq Kurdistanê weke dewleteke serbixwe qebûl bike,di navbera her du aliyan de dibe ku konfederasyon ava bibe.
Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk li ser referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û egera pêkhatina sîstema konfederasyonê di navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya PAKê, serokê wê partiyê Mustafa Ozçelik gotiye: “Referanduma serxwebûnê beyana îradeyeke rewa û demokratîk e, û ti kes bi tehdîdan dê nekaribe vê îradeyê bişkîne û êdî ji serxwebûnê veger tine ye.”
Ozçelik behs aegera avabûna sîstema konfedrasyonê di navbera Kurdistanê û Iraqê de dike û dibêje: “Gava ku Iraq, Başûrê Kurdistanê weke dewleteke serbixwe qebûl bike, konfederasyon weke şirîkatîyeke li ser rizaya herdu aliyan dikare bihê rojevê.”
Ozçelîk herwiha destnîşan kiriye: “Konfederasyon, peymanek e di navbera dewletên serbixwe de ye ku bi rizaya hemû aliyan pêk tê; her dewlet kengî bixwaze dikare ji vê peymanê vekişe.”
Roja 25ê Îlona îsal li Başûrê Kurdistanê (tevî Kerkûkê û navçeyên dinên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê) referanduma serxwebûnê hat sazkirin û li gorî encamên fermî %92.73ê dengderan bi dengê Belê piştgirî li cudabûna Kurdistanê ji Iraqê û serxwebûnê kirin.
Herwiha li gorî Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariya xelkê di wê referandumê de jî zêdetir ji %72 bû.