DÎLOK – Hevala xwe kuşt, dayika wê birîndar kir û xwe jî bi ser de kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê, Erkan Dagci hevala xwe bi demançeyê kuşt, dayika wê birîndar kir û bi heman çekê xwe jî kuşt.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, Erkan Dagciyê 33 salî çûye mala hevala xwe Fulya Aslana 31 salî ya li taxa Ogretmenlereviyê.
Di navbera Dagci û Aslanê de nîqaş derket û piştre veguherî pevçûnê.
Erkan Dagci bi demaçeya xwe gule berdan Aslan û dayika wê Gulçîn Gurkana 54 salî, wî piştre bi heman çekê xwe jî kuşt.
Rewşa Gulçîn Gurkanê baş e
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Dagci û Aslanê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û Gurkan jî birîndar bû.
Gulçîn Gurkan ji aliyê tîmên tenduristiye ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya 25ê Aralikê hat veguhestin, rewşa wê baş e.
Cenazeyên Aslan û Dagci ji bo Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê hatin veguhestin.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, Fulya Aslan berê zewiciye û piştre ji hevjînê xwe cuda bûye û 2 zarokên wê hene.
Hat ragihand ku li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.