Li Kirmaşanê qezayeke giran: 4 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 4 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Qeza doh li ser rêya Kirmaşan-Riwanserê qewimî.
Birêvebirê Hawarçûna Lezgîn a Kirmaşanê Mesûd Qelesfîdî ragihand ku qeza di encama lihevxistina du otomobîlên taybet de çêbûye.
Mesûd Qelesfîdî her wiha amaje pê kir ku di qezayê de 4 kes mirine û kesek jî bi giranî birîndar bûye.
Li gorî Tiba Dadwerî ya Îranê, ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de mirine.