HPGyê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê leşkerî yê PKKyê, Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku 2 jê fermandar, 4 gerîlayên wan canê xwe ji dest daye û nasnameyên wan eşkere kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê de hat diyarkirin ku 2 fermandarên payebilind ên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku yek ji wan Endamê Komîteya Navendî ya PKKyê û Konseya Fermandariyê ya HPGyê Yunus Demîr ê bi nasnavê ‘Şivan Cîlo Gever’ e.

Hat diyarkirin ku Demîr li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji dayîk bûye, li Geverê mezin bûye û sala 1993yan li wir tevlî PKKyê bûye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Demîr 16ê Hezîrana 2023yan li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku Demîr li Erzirom, Qendîl, Kobanî, Şingal û Zagrosê maye, di şerê Kobaniyê yê li dijî DAIŞê de fermandarî kiriye û berpirsyariyên wekî ‘Fermandariya Qada Şingalê’ wergirtiye û di beşên perwerdeyê yên PKKyê de jî cih girtiye.

Li aliyê din, di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku yek ji berpirsên payebilind ên PKKyê Cumhur Korkmaz ê bi nasnavê ‘Ronî Baz Gever’ jî canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Korkmazê ku li Geverê ji dayîk bûye, sala 2007an ji Stenbolê tevlî PKKyê bûye, di çalakiyên perwerdeyê yên rêxistinê de cih girtiye, endamê Komîteya Navendî ya PKKyê bûye û 10ê Tîrmeha 2023yan canê xwe ji dest daye.

HPGyê di heman daxuyaniyê de nasnameya 2 gerîlayên din jî eşkere kir ku di heman rojê de canê xwe ji dest daye.

Agahiyên li ser nasnameyên wan wiha ne:

Nasnav: Şervan Perwer
Nav, paşnav: Fadil Abdî
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
Dayîk-Bav: Sewlî-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 16ê Hezîrana 2023yan

Nasnav: Kerîm Avareş
Nav, paşnav: Demhat Baytar
Cihê jidayîkbûnê: Amed
Dayîk-Bav: Nazîme-Vahît
Dem û cihê şehadetê: 16ê Hezîrana 2023yan

Her wiha gelek wêneyên gerîlayên ku canê xwe ji dest daye hatin parvekirin.