Li Amedê 11 koçber hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê 11 koçberên ji Efxanistanê hatin desteserkirin ku xwe di cihê klîmaya kamyonetekê de veşartibûn.
Li Amedê kar û xebatên tîmên Birêvebiriya Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînorî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr didomin.
Di vê çarçoveyê de polîsên Amedê kamyonetek rawestand û lêgerîn kir.
Polîsan 11 koçberên ji Efxanistanê desteser kirin ku xwe di cihê klîmaya kamyonetê de veşartibûn.
Hêzên ewlehiyê her wiha dest danî li ser kamyonetê jî.
2 gumanbarên ku bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin, piştî lêpirsînê ji aliyê dadgeriya nobedar ve hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê koçberên desteserkirî jî ji bo dersînorkirinê veguhastin Navenda Vegerandinê ya Rihayê.