Balyozê Yekîtiya Ewropayê pesnê rola Nêçîrvan Barzanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Klemens Semtner pesnê rola erênî û serkirdayetiya Nêçîrvan Barzanî da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Klemens Semtner û şandeya pê re qebûl kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Klemens Semtner kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Nêçîrvan Barzanî her wiha hemû alîkarî û piştgiriya xwe û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî anî ziman.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya xwe ji bo amadebûn, rol û alîkariyên Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ducare pêşkeş kir û amadebûn û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bi pêşxistina hevahengî û hevkariya hevbeş a bi Yekîtiya Ewropayê re di warên cuda de nîşan da.
Li gorî daxuyaniyê Smitner jî kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarbûnê nîşan daye û spasiya alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo erkê nûneratiya Yekîtiya Ewropayê ya li Îraqê kiriye.
Wî her wiha pesnê rola erênî û serkirdayetiya Nêçîrvan Barzanî da û tekezî li ser berdewamiya hevkariya Yekîtiya Ewropayê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir, bi taybetî di wan waran de ku ji bo her du aliyan girîng in.
Alîkariya Ewropayê ya ji bo Îraqê ya ji bo bipêşxistina aborî, pêvajoya demokrasiyê û hilbijartina bê ya Îraqê û hewldanên ji bo avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê, li gel rûdanên dawî yên herêmê, mijarên din ên civînê bûn.