Li Qersê agir bi daristanekê ket

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qamûşanê ya Qersa Bakurê Kurdistanê agir bi daristanekê ket û 1,5 hektar daristan şewitî.

Li herêma Girê Eregliyê ya navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê ji ber sedemeke ne diyar agir bi daristanê derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên Birêvebiriya Daristanan, tîmên rizgarkirinê û tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Qamûşanê çûn cihê şewatê.

Hat ragihandin ku bi alîkariya welatiyên herêmê agir di nava 2 demjimêran de hatiye vemirandin.

Rayedaran li ser şewatê hişyarî da ku welatî li daristanan li gorî rênimayan tevbigerin.