Xortekî Kifrî li Sûriyê hat kuştin

08-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Xortekî Kurd ê 22 salî bi navê Zana Rizgar ku xelkê bajarê Kifrî yê Başûrê Kurdistanê ye li Sûriyê hat kuştin.

Zana berî 3 mehan berê xwe dabû Sûriyê ji bo ku tevlî çekdarên radîlkal ên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bibe û heftiya borî li wî welatî hat kuştin.

Rûdawê peywendî bi malbata Zana re kir ji bo bizanibe ji çi çavkaniyekê bihîstin ku kurê wan hatiye kuştin, lê ew amade nebûn ti daxuyaniyekê derbarê vê yekê de bidin û gotin “Asayişê rê neda me ku em şîniya Zana danin”.

Ji bo piştrastkirina vê nûçeyê, Qayimqamê Kifrî Şêrgo Hemîd ji Rûdawê re got “Li gorî rênmayên Hikûmeta Herêma Kurdsitanê, her kesek ji bo şer berê xwe bide Sûriyê, lêkolîn digel tê kirin û eger hat kuştin jî rê nayê dayîn ku şîniya wî bê danîn”.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji aliyê navendên fermî ve hatine piştrastkirin, li qeza Xurmatû jî 8 xortan berê xwe dane Sûriyê ji bo ku bi girûpên radîkal re şer bikin.

Herwiha xortekî 25 salî ku bi eslê xwe ji Xurmatû ye xwe li Sûriyê teqandiye.

Berî niha rêveberê Asayişa Şarezûrê daxwyaniyek belavkiribû û têde gotibû ku 31 xort ji Helebce ji bo “cîhadê” berê xwe dane Sûriyê.

Di daxuyaniyê wiha hatibû diyarkirin “15 xort ji Sûriyê vegeriyan Helebce û heta niha 3 xortên Helebceyî li Sûriyê hatine kuştin”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst