Dêrik (Rûdaw)- Dema min wêneyên salvegera koça dawî ya helbestvanê kurd ê mezin Emerê Lalê, ku pê xweş bû bi navê rêncber binivîse, dîtin, xem û xeyalan, bi salan ez berve bajar, bax, baxçe bênder û kaniyên gundê Zixatê ve revandim.
Piştî ku her sê salên borî, salvegera koça helbestvanê nezin li Başûrê Kurdistanê dihat vejandin, îsal li bajarê Dêrika Hemko, Dêrika Emerê Lalê, çarememîn salvegera koça wî ya dawî hat vejandin.
Beşdarên merasîmê, bi gotar û helbestan, xwediyê 6 dîwanên çapkirî û hinên neçapkirî jî, xwediyê helbesta navdar xem û xeyalên te ez revandim, li bîra xwe anîn û behsa şahsiwariya wî di helbesta kilasîk a kurdî de kirin.
Yek ji beşdarbûyên merasîmê behsa wî helbestvanê mezin dike û dibêje: “Emerê Lalê sala 1935 li gundê Qesir Dela ya girêdayî Cezîra Botan ji dayik bibû. Sala 1957 hatibû gundê Zixatê û li wir bi cih bibû. Tevî ku hejar bû, xizmet û alîkariya pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê dikir.”
Xem û xeyala Emerê Lalê her Kurdistan bû ji ber vê yekê helbestên wî her li ser evîniya welat bûn, ew şeydayê sirûşta Kurdistanê bû, evînas çiya, deşt, û newalên Kurdistanê bi helbestan dirist.
Emerê Lelê evîndarê zimanê kurdî bû, lewma jî helbestên wê bi zimanekî zelal û herikbar mîna ava kaniyên deşta hesinan diherikîn.
Ciwantirîn helbestên Emerê Lalê bi dengê mezintirîn hunermendên kurd bûn awaz û sitran û xewn û xeyal geş kirin. Biştî çendîn salan ji nivîsandina wan helbestan û piştî çar salan ji koçkirina helbestvan Emerê Lalê, hîn xem û xeyal me direvînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse