Vladimir Putin Madalyaya Puşkin da akademîsyenê Kurd Reşad Mîran
Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyenê Kurd Prof. Dr. Reşad Mîran, Madalyaya Aleksander Puşkin ji destê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wergirt.
Merasîma xelatdayînê bi boneya Roja Yekîtiya Neteweyî ya Rûsyayê li Hola Katerînayê ya Kremlînê hat lidarxistin.
Hevkarê me Kamîz Şedadî di merasîmê de hazir bû û li ser vê merasîmê raporek amade kir.
Dr. Reşad Mîran 40 sal berê Meydana Sor li pey xwe hiştibû û vegeriyabû Kurdistanê.
Prof. Dr. Reşad Mîran wekî lehengekî sing bi madalya li heman meydanê amade bû.
Ji serdema Yekîtiya Sovyetê heta îro bi sedan welatiyên Kurdistanê li Rûsyayê perwerdeya bilind wergirtine.
Hinekan ji wan doktoraya xwe wergirtine û hinek jî hîn xwendekar in.
Prof. Dr. Reşad Mîran yekem welatiyê Kurdistanê ye ku ji destê Serokê Rûsyayê xelateke dewletê wergirtiye.
"Pêşniyarkirina min bû surprîz"
Dr. Reşad Mîran li ser pirsa ka ev xelat jê re surprîz bû yan na wiha got:
“Min zanîbû lê surprîz ew bû ku ez hatibûm pêşniyarkirin.
Ji bo pêşniyarkirina navê min jî, ez pir spasdarê Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê û Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Rûsyayê Dr. Danar im. Rola wan pir mezin bû.”
Berpirsê Nûnertiya Herêma Kurdistanê Dr. Danar Mistefa li ser pêşniyarkirina Dr. Reşad Mîran got:
“Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê li Hewlêrê wekî her tim, li ser vê mijarê jî li gel Nûnertiya Herêmê di dan û standinê de bû.
Pêwîst bû ji bo vê xelatê ji Îraq û Rojhilata Navîn çend kes wekî namzed bên destnîşankirin.
Me jî, ji aliyê xwe ve Dr. Reşad pêşniyar kir.”
Bêguman, dilnizmiya akademîsyenê Kurd nayê wateya kêm nirxandina girîngiya vê xelatê.
Akademîsyen Reşad Mîran wergirtina xelateke wiha wekî serbilindiya tevahiya Kurdistanê dibîne û got:
“Serok Putin, serokê dewleteke cîhanê yê mezin û bi hêz e. Dema ku tu wî dibînî û dan û standinê li gel wî dikî, bêguman hesteke taybet e.
Bi taybetî jî, dema ku karê te yê zanistî û çandî, berhemên te bi giştî bi wî awayî tên nirxandin kêfxweşî ye.”
Dr. Reşad Mîran, her tim salên xwendekariya xwe yên li Rûsyayê bi nostaljiyeke germ bi bîr dianî.
"Min master û doktoraya xwe li Moskowê wergirt"
Niha, piştî 40 salan ew dîsa li hewşa zanîngeha xwe ye û wan salan wiha bi bîr tîne:
“Sala 1980yî ez hatim Moskowê. Li Moskowê min li Enstîtuya Rojhilatnasiyê wekî stajyerekî dest bi perwerdeyê kir.
Paşê li Zanîngeha Patris Lumumbayê min perwerdeya ziman wergirt.
Piştre ez dîsa vegeriyam Enstîtuya Rojhilatnasiyê û li wir pêşniyar hat kirin ku ez qonaxa masterê li Zanîngeha Rojhilatnasiyê ya Lenîngradê bixwînim.
Min mastera xwe ya li ser etnografiya Kurdan li Lenîngradê temam kir û paşê jî li heman zanîngehê doktoraya xwe bi dawî kir.”
Hevjîna akademîsyenê Kurd Jîvan Xan jî di vê dema girîng de li gel hevjînê xwe bû.
Jîvan Xanê jî behsa hest û kêfxweşiya Dr. Reşad Mîran kir û got:
“Şanazî ye ji bo me û ji bo gelê Kurd. Ez li me bi xwe û hemû gelê Kurd pîroz dikim.”
Dr. Reşad Mîran 45 sal berê mîna gelek ciwanên Kurd ên wê serdemê ji bo xwendina Kurdolojiyê hatibû Moskowê.