Li Mereşê qeza: 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksûnê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê minîbusa karkerên înşeatê wergeriya û di encamê de 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn.
Minîbusa H.Y diajot û karkerên înşeatê tê da bûn li ser ya rêya Goksûn-Andirinê wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de 2 kesên ji Misirê mirin, 7 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Goksûnê.