Li Çewlîgê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,8 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 23:10an çêbûye û hêza wê 3,8 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.