Serok Barzanî: Berhem û karên Profesor Dr. Cemal Nebez cihê pêzanînê ne

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd  Barzanî bi boneya koça dawî ya Profesor Dr. Cemal Nebez peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û dostên wî kir û tê de got: “Cihê destê wî diyar e û berhem û karên wî cihê pêzanînê ne.”

 

Serok Barzanî di peyama sersaxiyê de wiha got: “Bi mixabiniyê nûçeya koça dawî ya bîrmendê gelê me Profesor Dr Cemal Nebez gihîşte min. Bi vê boneya xemgîn serxweşiyên xwe pêşkêşî we û kesukar û dostên xwedê jêrazî û hemû ronakbîr û nivîskar û rewşenbîran dikim. Ji Xwedayê mezin hêvîdar im giyanê xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi me hemû aliyek bibexşe.”


Barzanî herwiha diyar kir Profesor Dr Cemal Nebez xizmeteke zêde li warê rewşenbîrî û hişyariyê kiriye û cihê destê wî diyar e û berhem û karên wî cihê pêzanînê ne.


Îro nivîskar û bîrmendê navdar ê Kurd Profesor Dr. Cemal Nebez di temenê xwe yê 85 salî de ji ber nexweşiyekê li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê koça dawî kir.