Endamê Şanda Danûstandinan: Em pêşwaziyê li vegera Pêşmergeyên Roj dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Şnda Danûstandinan û Sekreterê El Partiyê Nesredîn Ibrahîm li ser mijara Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de ragihand, heta di rojan diyalogê destpê dike. Nesredîn Ibrahîm herwiha got ku ne li dijî vegera Pêşmergeyên Roj in.

Endamê Şnda Danûstandinan û Sekreterê El Partiyê Nesredîn Ibrahîm îro beşdarî bultena taybet a Rojavayê Kurdistanê bû û têkildarî Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Nesredîn Ibrahîm diyar kir ku di du rojên pêş me de Diyaloga Kurdî-Kurdî destpê dikin û  tekez kir, ku gelek xalên hevbeş di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de hene  û ew dê beriya sersalê, serkeftina wê diyalogê rabighînin.

Di warê serbazî de jî Nesredîn Ibrahîm destnîşan kir, ku ew pêşwaziyê li vegera Pêşmergeyên Roj dikin û diyar kir, ku cihê wan li Rojavayê Kurdistanê ye.

Nesredîn Ibrahîm herwiha got ku divê komîteyeke serbazî bi serpereştiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û berpirsên Pêşmerge ava bibe, da ku kar û tevgera wê hêzê gotûbêj bikin.

Piştî rawestana nêzîkî meh û nîvekê, careke din amadekarî ji bo destpêkirina gereke nû ya diyaloga Kurdî-Kurdî tê kirin.

Nûnerên Amerîkayê yên pêwendîdarî bi van danûstandinan gihiştine Rojavayê Kurdistanê û wan ji herdu aliyên ENKS û PYNKê xwestiye, ku xwe ji bo gereke nû ya danûstandinan amade bikin.

Derbarê vê mijarê de Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê gotibû, du sedemên rawestandina danûstandinan hebûn; “yek, hevalên me yên ENKSê derketin derve, çûn Başûr, çûn Tirkiyê û demeke dirêj man li derve. Duyem jî, Amerîkî vegeriyabûn welatê xwe. Civînên me di van her du rojan dê dest pê bikin.”

16yê Hezîrana 2020 li Hesekê, gera yekem ji danûstandinan bidawî bû. Herdu alî gihiştin nerîneke siyasî ya hevbeş û hevtêgihiştinên seretayî.

Heta niha derbarê pirsa ewlehî û leşkerî jî lihevkirin pêk nehatiye. Danûstandinan di gera yekem de bêhtir ji 3 mehan dirêj kir.