Rêveberiya Xweser piştî ketina Şamê bang kir!

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bangî hemû saziyên xwe kir û got, “Divê hemû sazî û partiyên me rewşa alarmê derxin asta herî bilind.”

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

“Divê rewşa alarmê derxin asta herî bilind”

Rêveberiya Xweser piştî van rûdanan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Ji ber ku li seranserê Sûriyeyê rewşa ewlehiyê xera dibe em bangî Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), zarokên gelê xwe û hemû sazî û partiyên xwe dikin ku divê rewşa alarmê derxin asta herî bilind.”

“Divê hemû kes hişyar be”

Rêveberiya Xweser amaje pê kir ku li ser gund û bajaran metirsiyên potansiyel hene û anî zimên:

“Em didin zanîn ku divê ji bo parastina gund û bajaran a ji hemû metirsiyên potansiyel û têkoşîna bi pirsgirêkên ewlehiyê re hemû kes hişyar be.”