Îranê zextên li ser Kurdan zêde kirin: Di hefteyekê de 19 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarên Bokan, Mehabad û Şinoyê yên Rojhilatê Kurdistanê operasyonên nû pêk anîn.

Di rojên dawî de herî kêm 10 welatiyên din ên Kurd hatin desteserkirin û hejmara kesên ku di hefteya dawî de hatine girtin derket 19an.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), li bajarên Kurdan ên parêzgeha Urmiyeyê zextên li ser çalakvan û welatiyan didomin.

"Bêyî biryara dadgehê bi ser malan de digirin"

Hêzên ewlehiyê bêyî ku ti biryarên dadweriyê nîşan bidin, bi ser mal û kargehan de digirin.

Kronolojiya pêla desteserkirinê wiha ye:

2yê Kanûna Pêşîn: Li bajarê Şinoyê Keyvan Resûlî-Azer hat desteserkirin.

4ê Kanûna Pêşîn: Li Bokanê Omîd Badî yê ku teknîsyenê dronan e, li kargeha xwe hat binçavkirin û dest danîn ser kelûpelên wî.

5ê Kanûna Pêşîn: Li Bokanê serê sibehê bi ser malekê de hat girtin. Ji heman malbatê Ehmed Zerang, Diyar Hacî-Resûlpûr û Diyan Resûlpûr hatin derbkirin û desteserkirin.

6ê Kanûna Pêşîn: Ajanên Wezareta Îtlaetê li gundê Qeredaxê yê Mehabadê Aram Cemşîdûn ji mala malbata wî girtin.

7ê Kanûna Pêşîn: Li Mehabadê bi ser mala welatiyê bi navê Mihemed Mistefa de hat girtin û ew birin.

Mamosteyê Kurdî bi lêdanê birin

Zext û zoriyan 8ê Kanûna Pêşîn jî berdewam kir.

Li Bokanê çalakvanê mafên sivîl û mamosteyê zimanê Kurdî Simko Yûsifî ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaetê ve bi lêdanê hat desteserkirin.

Hat zanîn ku Simko Yûsifî meha hezîranê jî hatibû girtin û piştî çend hefteyan bi kefaletê hatibû berdan.

Heman rojê li Bokanê du welatiyên bi navê Kawa Kûle û Qadir Kûle jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Aqûbeta wan nayê zanîn

Tê texmînkirin ku kesên hatine girtin veguhastine navendên binçavkirinê yên teşkilata ewlehiyê ya li Urmiyeyê.

Heta niha derbarê aqûbeta wan ti agahiyên fermî nehatiye dayîn.

Bi van operasyonên dawî yên Wezareta Îtlaetê û Îstixbarata Supaya a Pasdaran re, li Merîwan, Bokan, Mehabad û Şinoyê hejmara Kurdên di hefteyekê de hatine girtin gihişt 19 kesan.