RIHA - Elektrîka gund hat birîn, gundî rabûn ser pêyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber ku demeke dirêj elektrîk hat birîn, welatiyan nerazîbûn nîşan da.

Şêniyên gundê Kisasê yê Rihayê şeva borî li meydana gund civiyan û ji bo protestokirina rewşê agir pê xist.

Welatî dibêjin ku demeke dirêj e elektrîka wan tune û di vê zivistanê de nikarin xwe germ bikin û pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin.

Gundiyan ji vê rewşê Şirketa Elektrîkê ya Dicleyê (DEDAŞ) berpirsyar dît.

Welatiyan her wiha xwest ku pirsgirêka wan were çareserkirin û diyar kir, heta ku daxwaza wan bi cih neyê ew dê çalakiyên xwe bidomînin.