KELAR - Jina wî jêkiribû: Penîsê wî zilamî hat dirûtin

Bijîşk Urmizyar: Me nîvê şevê dest pê kir û me xilas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bijîşkan li Kelarê neştergeriyeke dijwar pêk anî û penîsê wî zilamê doh hatibû jêkirin bi awayekî serkeftî dirût.

Doh êvarê li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê jinekê penîsê mêrê xwe jê kiribû. Tîmeke pispor 8 demjimêran xebitî û penîsê wî dirût.

Pisporê Neştergeriya Urolojiyê Dr. Helo Urmizyar li ser neştergeriyê û tenduristiya wî zilamî ji Rûdawê re axivî.

Dr. Helo got, "Me nîvê şevê nexweş hilda emeliyatê. Ev emeliyat gelekî giran û bê nimûne bû. Tîmeke bijîşkên ciwankariyê (plastîk) jî bi me re bû."

"Rewşa wî baş e"

Bijîşkê pispor Dr. Helo diyar kir ku wan karê xwe temam kiriye û got,"Me penîsî wî vekir. Me dirût û niha rewşa wî baş e."

Çi bikin?

Dr. Helo ji bo rewşên wiha acîl van şîretan dike:

Midaxeleya destpêkê bikin.

Xwînê bidin sekinandin.

Parçeyê jêbûyî têxin nav qeşayê.

Zû bigihînin nexweşxaneyê.

Bûyer doh li Kelarê qewimîbû. Jinekê ji ber pirsgirêkên malbatî êrişî mêrê xwe kiribû û bi kêrê penîsê mêrê xwe jê kiribû.

Li gorî zanyariyan ew jin ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.