Li Rihayê dawet bû qada pevçûnê: Xizm bi çekan bi hev ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûbiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna çekdarî ya di navbera xizman de 4 kes birîndar bûn.

Bûyer li Taxa Mûradiyeyê qewimî.

Piştî dawetekê, di navbera xizman de nîqaş derket û demeke kurt de veguherî pevçûna çekdarî.

"Gule li pey hev teqiyan"

Di pevçûna ku çek hatin bikaranîn de 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Lêpirsîn hat destpêkirin

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.

Hêzên ewlehiyê ji bo tesbîtkirin û girtina kesên ku beşdarî şer bûne dest bi xebatan kir.