Li Kercosê karesata sobeyê: 7 kes bi jehrê ketin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kiryasê yê navçeya Kercosê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 7 kes bi jehrê ketin.
Li gorî zanyariyan ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ku ji sobeyê derket, 6 kesên ji heman malbatê û kesekî ku xwest alîkariya malbatê bike bi jehrê ketin.
Dermankirina 7 kesên ku rakirine nexweşxaneyê didome
Bûyer li gundê Kiryasê yê Kercosê qewimî.
Li gorî agahiyan endamên yek malbatê yên bi navên Murat K. (41), Kezban K. (39) û zarokên wan Zeynep K. (16), Hamza K. (11), Taha K. (4) û Ridvan K. (3) ji ber gaza sobeyê bi jehrê ketin.
Her wiha hat zanîn ku kesekî xwestiye alîkariya malbatê bike jî ji ber heman gazê bi jehrê ketiye.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
7 kesên ku bi gazê jehrîketibûn, piştî midaxeleya destpêkê ya tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercosê.
Her wiha ji ber rewşa metirsîdar her 7 kes rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.