Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, destdirêjiya li ser keçeke 16 salî şermezar kir

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê bûyera destdirêjyê li ser keçeke 16 salî li Hewlêrê şermezar kir û ew kar bi karekî dûr ji rewiştên mirovahî da zanîn.

Di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê gihiştiye Tora Medyayî ya Rûdawê, Weîzrê ewqaf û karûbarên olî Kamil Hacî Elî, dilgarniya xwe li himber destdirêjiya li ser keçeke Rojavayê Kurdstanê ya temen 16 salî ji aliyê 6 kesên li bajarê Hewlêrê anî ziman.

Kamil Hacî Elî herwiha ragihand, “Ligel şermezarkirina vê bûyera qirêj ku dibe sedema hetikandina nav û dengê kurd û civaka kurdewarî, destxoşiyê li hêzên ewlekariyê dikim ku karîn di demeke kurt de her 6 tawanbaran bigrin”, Elî hêvî xwest ku cezayeke dadperwerane di derheqê wan de bê dayîn.

Roja 6ê Çileya îsal, li bajarê Hewlêrê 6 xortan keçeke Rojavayî temen 16 salî revandin û destdirêjî lê kirin.