Xelkê Wanê dixawzin taştêya Wanê bibe marke

09-01-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBP) li Bakûrê Kurdistanê ji bo ku "Taştêya Wanê" bibe marke serî li Enstituya Marke ya Tirkiyê (EPT) da.

Di taştêya Wanê de 20 cure xwarinên wekî "Penîrê bi pincar" yê ku tê de 30 cor giyayên bi bihin yên herêmê hene, "mirtoxeya" ku bi qelandina ar, rûnê nivîşk û hêkan tê çêkirin, "qawûta" ku bi genimê di nav rûnê nivîşk de qelandî tê çêkirin, cî digire.

OBPya Wanê ji bo ku çanda taştêyê ya ku êdî bi bajarê dîrokî re bûye yek bide tesdîqkirin, dest bi hewlên xwe kir û serî li Enstituya Markey a Tirkiyê (EPT) da. 

Serokê OBPya Wanê Necdet Takva daxuyaniyekê de bo ajansa Anadol diyar kir ku ji bo ku taştêya Wanê bê tomarkirin heya niha tu hewl nehatine dayîn û got ku li ser vê yekê me jî mercnameya teknîk a temînatê ya taştêya Wanê amade kir û pêşkêşî Enstituya Marke ya Tirkiyê kir.  

Takva destnîşan kir ku hin bajar bi nirxên xwe navdar dibin lê heta niha tu bajar bi danekî xwarinê navdar nebûye û got ku Wan bi danê taştêya xwe navdar e û divê taştêya ku digel Tirkiyeyê li cîhanê jî tê nasîn di bin temînatê de bibe. 

Takva da zanîn kir ku heke patentê bigrîn êdî tu kes nikare xurekên ku li gor standartan nînin di bin navê "Taştêya Wanê" de pêşkêş bikin û diyar kir ku dê taştêya Wanê bi şertnameyeke teknîkî bixin bin temînatê.

Takva got ku marqebûyîn dê rê bide ku li bajêr kalîte û reqabet zêde bibe û bi vî awayî dê nirxa Wanê bikeve ewlehiyê. Takva eşkere kir ku dê xebatên xwe yên ji bo nasandina taştê berdewam bikin. 


















Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst