Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê Polîsê Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet aşkere kir ku li gor raporta bijîşkî, ew keça 16 salî ya ku ji aliyê 6 kesan ve rastî destdirêjiya seksî hatiye, “hîn keç e û keçîniya xwe ji dest nedaye”.
Ebdilxaliq Telhet di daxuyaniyekê de got “Li gor raporta bijîşkî, ew keça roja 6ê vê mehê ji aliyê 6 kesan ve hatibû revandin û rastî destdirêjiya seksî hatibû, perdeya xwe ya keçîniyê ji dest nedaye”.
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, her şeş kesên destdirêjiya seksî kirine ser keça Kurd xelkê taxa Mamzawe ya bajarê Hewlêrê ne.
Roja 6/1/2014 li bajarê Hewlêrê, 7 xortan keçeke 16 salî ya Kurd revandin û 6 ji wan destirêjiya seksî kirine ser wê keçê.
Piştre keça Kurd ku koçbereke Rojavayê Kurdistanê ye, xwe gihande asayişê û dozek li ser wan vekir.
Îro Rêveberê Polîsê Hewlêrê girtina 6 kesên ku ew tawan kirine ragihand û got ku ewê piştî lêkolînan wêneyên wan bidin medyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse