Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama 6 mehên dawî yên sala 2015ê de ti kes tevlî DAIŞê nebûye û 150 xort ji nav DAIŞê vegeriyane.
Berpirsê Pêwendiyên Wezareta Ewqafê, Merîwan Neqişbendî ji Rûdawê re ragihand, di heyama 6 mehên dawî yên sala 2015ê de ti kes ji Başûrê Kurdistanê tevlî DAIŞê nebûye.
Merîwan Neqişbendî da zanîn ku di wê heyamê de 150 kesên ku tevlî DAIŞê bibûn jî vegeriyane û teslîm bûne, niha di bin lêpirsîn û çavdêriyê de ne.
Li gorî wî rayedarê Kurdistanê, beşek mezin ji wan welatiyên Başûrî yên ku tevlî DAIŞê bûne jî, yan di şer de hatine kuştin yen jî ji aliyê rêxistinê ve hatine îdamkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse