Esmehan Dawûd: Projeyên ENKS û TEV-DEMê ji hev cuda ne

09-01-2018
RÛDAW
Berpirseka ENKSê li Başûrê Kurdistanê dibêje, projeyên ENKSê û TEV-DEMê yên bo Rojavayê Kurdistanê ji hev cuda ne.
Berpirseka ENKSê li Başûrê Kurdistanê dibêje, projeyên ENKSê û TEV-DEMê yên bo Rojavayê Kurdistanê ji hev cuda ne.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê ENKS PYD TEV-DEM Esmehan Dawûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirseka ENKSê li Başûrê Kurdistanê dibêje, ew bi berdewamî daxwaza yekrêziya hêz û aliyên Kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikin, lê projeya wan û Tev-Demê ji hev cuda ye.

 

Endama nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê, Esmehan Dawûd, da xuyakirin ku ew bi yekrêziya hêz û aliyên Kurdî re ne û ji bo wê yekê bangewaz jî kirine.

 

Esmehan Dawûd  herwiha got, li gel ku ew bi yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re ne, lê belê projeyên ENKSê û ya TEV-DEMê ji hev cuda ne.

 

Bi gotina wê rayedara ENKSê, PYD û TEV-DEM tiştekî ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê naxwazin.

 

Esmehan Dawûd li ser hin daxwazên rayedarên ENKSê ji PYDê yên derbarê berdana girtiyên siyasî, azadiya çalakiyan û vekirina ofîsên wan de jî got, ku di esas de ew ne daxwaz in, lê belê ew maf û heqê wan e û divê PYD rê bi çalakiyên wan û bihîstina dengê wan bide.

 

Derbarê destpêşxeriyên di navbera ENKS û PYDê de jî, Esmehan Dawûd diayr kir, eger ku TEV-DEM û PYD li xwe vegeriyaban, wê demê ti pêwîstî bi ti destpêşxeriyan di navbera her du aliyan de nedima.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst