Esmehan Dawûd: Projeyên ENKS û TEV-DEMê ji hev cuda ne

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirseka ENKSê li Başûrê Kurdistanê dibêje, ew bi berdewamî daxwaza yekrêziya hêz û aliyên Kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikin, lê projeya wan û Tev-Demê ji hev cuda ye.

 

Endama nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê, Esmehan Dawûd, da xuyakirin ku ew bi yekrêziya hêz û aliyên Kurdî re ne û ji bo wê yekê bangewaz jî kirine.

 

Esmehan Dawûd  herwiha got, li gel ku ew bi yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re ne, lê belê projeyên ENKSê û ya TEV-DEMê ji hev cuda ne.

 

Bi gotina wê rayedara ENKSê, PYD û TEV-DEM tiştekî ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê naxwazin.

 

Esmehan Dawûd li ser hin daxwazên rayedarên ENKSê ji PYDê yên derbarê berdana girtiyên siyasî, azadiya çalakiyan û vekirina ofîsên wan de jî got, ku di esas de ew ne daxwaz in, lê belê ew maf û heqê wan e û divê PYD rê bi çalakiyên wan û bihîstina dengê wan bide.

 

Derbarê destpêşxeriyên di navbera ENKS û PYDê de jî, Esmehan Dawûd diayr kir, eger ku TEV-DEM û PYD li xwe vegeriyaban, wê demê ti pêwîstî bi ti destpêşxeriyan di navbera her du aliyan de nedima.