Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Seîd, bilindkirina Ala Kurdistanê li ser baregeha Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê weke mûzayedeya (bazara) siyasî da zanîn û daxwaz kir ku ji bo parastina asayişa Kerkûkê, ji Bexdayê hêza zêdetir were şandin.
Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Seîd di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji hemû pêkhateyên xelkê Kerkûkê dixwaze ku li pey mûzayedeya siyasî neçin û yên ku vî karî dikin, girîngiyê nadin asayişa welatiyan û xizmetkirina wan û hewla çêkirina aloziyan didin.
Rakan Seîd, di heman demê de daxwaz ji berpirsên YNKê kir ku Ala Kurdistanê ji ser baregeha partiya xwe daxin û got, çi tiştê ku rû bide, di stûyê wan de ye.
Bi gotina wî, ev berovajî yasa û destûr û biryarên dadgeh û parlemana Iraqê ye, lewma ew rê nadin li Kerkûkê yasa were binpêkirin.
Rakan Seîd bilindkirina ala Kurdistanê ji aliyê YNKê ve li Kerkûkê weke handana terorê bi nav kir û daxwaz ji fermandarên hêzên çekdar û Serokwezîrê Iraqê kir ku dawiyê li vê rewşê bînin û hêza zêdetir bişînin Kerkûkê.
Duh li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê YNKê li avahiya partiya xwe û hin kuçe û kolanan alayên Kurdistana daliqand.
YNKê jî di daxuyaniya xwe da ragihand ku ji bo daliqandina alaya Kurdistanê ti qedexeyeke qanûnî tuneye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li ser wefata Celal Telebanî li hemû şaxên partiya me alayên Herêma Kurdistanê, Iraq û YNKê heta nêvî hatibûn daxistin. Di eywan û odeya civîna ya di hundirê ofîsê de alayên Kurdistanê û YNKê daliqandî bûn. Îro jî me alayên Iraq û Herêma Kurdistanê ofîsa Kerkûkê jî di nav li hemû cihan ji nû ve daliqand."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse