Hatinûçûna gundê Sakîne Cansiz hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Dêrsimê bi hinceta ku dê çalakiya bîranînê li ser gora Sakîne Cansiz ya li gundê Sutlece yê ser bi parêzgaha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bê kirin, bo dema rojekê hatinûçûna wî gundî qedexe kir.

Sakine Cansiz ku yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û nûnera wê partiyê ya Ewropayê bû di sala 9ê Çileya 2013ê de li bajarê Parîsê yê Fransayê ligel du hevalên xwe Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatibû kuştin. Cenazetê cansiz li gundê Sutluce yê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi xakê hatibû spartin.

Çalakiya biranînê li gund

Di 9emîn salvegera qetilkirina Sakine Cansiz de Parêzgariya Dêrsimê bi hinceta ku dê li wî gundî li ser gora Sakîne Cansiz çalakiya bîranînê bê sazkirin û `propagandeya rêxistinê` bê kirin îro 9ê Çileya 2022ê heta demjimêr 23,59ê hatinûçûna bo wî gundî qedexe kir.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Li parêzgeha me ji bo rêgirtina li rewşa têkdana ewlehiyê li gundê Sutluce hatinûçûna hemû kes û otomobîlên ne ji wî gundî hatiye qedexekirin.

Ev daxuyaniya parêzgariya Dêrsimê di demekê de ye ku li Dêrsimê di van demên dawî de berdewam bi hincetên cuda yên wek ewlehî û Coronayê ev demek zêde ye qedexe tên ragihandin.

Heman parêzgariyê di 8ê Çileya 2022ê de jî bi hinceta belavbûna virûsa Coronayê hemû cor çalakî yên wek çalakî, meş û xwepêşandan bo dema 15 rojan qedexekiribûn.