Li Şirnexê ciwanekî kêmendam bi xeletî diya xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî kêmendam dema çifteya bavê xwe paqij dikir, bi xeletî dayika xwe kuşt.

Li gundê Avkamasiya ser bi Şirnexê ve M.A.yê kêmendam ê 17 salî dema çifteya bavê xwe paqij dikir, bi xeletî teqe kir û li dayika xwe da. Dayika wî Asya A. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê, hêzên cendirme û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Termê Asya A. bo karên otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat veguhestin. Hat ragihandin, 8 zarokên Asya A. hene.

M.A. ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.