Dîsa berfê li Bakur rêyên gundan girt

 

 

Navenda Nûçeyan - Barîna berfê ya li Bakurê Kurdistanê bandora xwe zêde kir û rêya gellek gundan hat girtin û li gellek navçe û gundan jî deriyê dibistanan hat girtin.

 

Li gorî daneyên meterolojiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê û yên Tikiyeyê pileya germê 8 derece daket û dê 3-4 rojan jî barina berfê bidome.

 

 

Ji ber berfa duhî li bajarên Bakurê Kurdistanê zêde barî, tîmên rêvekirinê bênavbir li se rêyên gund û navçeyan dixebitin.

 

Ji aliyê din ve jî parêzgariya Erziromê û Sêwasê ji ber berfa zêde,biryar dan ku zarok îro neçin dibistanan.