Qamişlo (Rûdaw) – Endamê rêveberiya TEV-DEMê Aldar Xelîl, li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku gotibû “bila Amerîka yan me hilbijêre yan jî PYD” got, Erdogan bi vê yekê nîşan dide ku li rex DAIŞê ye.
Endamê rêveberiya TEV-DEMê Aldar Xelîl di rûpela xwe ya Facebookê de bersiva Erdogan da, ku çend roj berê li dijî serdana nûnerê Obama, Brett McGurk bo Kobanî hêrs bibû û gotibû, bila Amerîka yan me yan jî PYDê hilbijêre.
Aldar Xelîl gotinên Erdogan wiha şirove kir: “Erdogan dema ku dibêje bila Amerîka di navbera me û Rêveberiya Xweser de yekî hilbijêre bi vê yekê diyar dike ku ew li rex DAIŞê disekine. Di heman demê de îtîraf dike ku Rêveberiya Xweser gihiştiye asteke mezin ku dikare roleke setratejîk bilîze û bandoreke mezin li qada herêmî û navnetewî bike. Her wiha ev diyar dike ku şoreşa Rojava karî di aliyê dîplomatîk de tişta ku AKPê di 90 salî de nikarî bidest bixe, bidest xist.”
Aldar Xelîl wiha dewam dike: “Erdogan cardin li Cizîra Botanê komkujiyê pêk tîne. Ev yek jî îsbat dike ew di ciwantiya xwe de endamên tevgera Îxwan El-Muslimîn bû û niha jî bûye emîrekî DAIŞê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse