Serok Barzanî û Xemîs Xencer geşedanên li herêmê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî  ligel  Serokê Meşûî Ereb Xemîs Xencer û şanda pê re civiya û di civînê de rewşa siyasî û geşedanên li herêmê gotûbêjkirin.

 

Îro Şemiyê 9ê Sibata 2019an, li navçeya Selahedîn a Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Meşûî Ereb Xemîs Xencer û şanda li gel kir.


Li gor malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û hewlên ji bo temamkirina pêkhata hikûmeta nû ya Iraqê û palpiştî kirina li Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û kabîneya wî gotûbêj kirin.


Her di vê  hevdîtinê de herdu aliyan derbarê pêkanîna aramî û dubare avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên şerê DAIŞê de nêrînê xwe anî ziman.