Li ser Gola Çildirê rahênana şofêriyê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Rûyê Gola Çildirê li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê bi 50 santîmetrên qeşayê hatiye girtin û êdî bûye meydana pêkanîna pêşbaziyên cur bi cur. Hejmarek welatî bi otomobîlên xwe yên taybet li ser golê dirîftê dikin û di heman demê de perwerdeya şofêriyê didin wan kesên ku dixwazin li ser berf û qeşayê otomobîlê bajon.
Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ser rûyê Gola Çildirê, komek welatî bi otombîlên xwe yên taybet dirîftê dikin.
Koordînatorê Rahênana Şofêriyê Li Ser Qeşa û Berfê Elif Tanca dibêje: “Em li ser rûyê qeşa girtî yê Gola Çildirê ne. Ev der duyemîn cihê me ye. Em heft sal in berdewam di van deman de bi taybetî di keşûhewayeke sar de van çalakiyan dikin.”
Rûyê golê 50 santîmetreyan bi qeşayê hatiye girtin. Serma hewayê ya wê navçeyê bi awayekî rûyê golê ewqas qaîm kiriye ku sê rojin welatî bêyî ku ti tirseke wan hebe, bi çend curên cuda yên otombîlan li ser rûyê golê rahênana şofêriyê dikin.
Koordînatorê Rahênana Şofêriyê Li Ser Qeşa û Berfê Elif Tanca jî got: “Keşûhewayê li ber çav digrin û otombîl û lastîkên guncaw bikar tînin û ji wê jî girîngtir, rêkarên zanistî û tendirustiyê li ber çav digrin. Bi tîmên pispor û bi hevkariya kesên şareza çalakiyan encam didin. Di heman demê de di hemû salê de, ji bo çalakiyan moletê ji walîtiya Qersê werdigrin û di bin çavdêriya wan de karên xwe dikin.”
Li navçeya Çildirê, di van demê salê de pileya germê bi roj 13 pile di bin sifrê de ye û bi şevan jî digihêje 18 pile bin sifrê.
Şofêr jî ji bo du rojên din rahênana xwe berdewam bikin ji walîtiya Qersê moletê werdigrin.
Di her çar demsalên salê de geştyarên xwecihî û biyanî serdana Çildirê dikin û Gola Çildirê jî bi dîmenên xwe balê dikşîne.