Semsûr – Cenazeyên 8 xwendekaran çûne bajarokê Bilamê

09-02-2023
RÛDAW
Semsûr – Cenazeyên 8 xwendekaran hatin bajarokê Bilamê
Semsûr – Cenazeyên 8 xwendekaran hatin bajarokê Bilamê
Nîşan Semsûr Bilam Erdhej
A+ A-

Semsûr (Rûdaw) – Li bajarokê Bilamê yê navçeya Çêlikan a Semsûrê, ji ber erdhejê 10 kesan canê xwe ji dest dan. Her wiha ji Semsûrê jî cenazeyên 8 xwendekaran hatin.

Li parêzgheha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 6ê Sibata 2023an 2 erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 çêbûn û ji 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, li beşek ji parêzgehên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Li 10 parêzgehan bi hezaran avahî hilweşiyan, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 4emîn a erdhejê de berdewam dikin.

Tîma Rûdawê çû bajarokê Bilamê yê navçeya Çêlikan a Semsûrê ku 950 malên Kurdên Elewî lê dijîn û bi mexdûrên erdhejê re axivî.

Welatiyê bi navê Mehmûd Îmam ji Rûdawê re ragihand ku bajarok ji 3 gundikan pêk tê û hejmara şêniyên wê nêzîkî 4 hezaran e.

Mehmûd Îmam diyar kir ku gelê herêmê berê bi çandinî û ajeldariyê re mijûl dibûn û di demên dawî de çavkaniya sereke ya debarê çandiniya titûnê ye.

Mehmûd Îmam destnîşan kir ku di du erdhejên Mereşê de li Bilamê 12 kesan canê xwe ji dest dane û got, “Cenazeyên 8 zarokên me yên ku li Semsûrê xwendekar bûn hatin. Em nizanin ka qurbaniyên din li bajêr hene yan na, ji ber ku çûnûhatin niha kêm e. Li bajêr hem avahiyên nû de û hem jî yên kevn zerar dîtine.”

Gundiyekî din jî anî ziman ku wan piştî erdhejê bi xwe xelkê di bin xirbeyan de mabûn bi derfetên xwe derxistine û veşartine û ji ber ku çûnûhatina bajêr tune ye alîkarî piştre hatine.

Xelkê Bilamê ji Rûdawê re gotin, ji ber erdhejê hinek gundên ku rê naçinê û wêran bûne û aşût bi ser malan de hatiye. Bilamiyan îdia kirin ku hin cenaze ji aliyê guran ve hatine parçekirin.

Li aliyê din li bajarokê Kurucuova yê ku 3 hezar nifûsa wê heye ji ber erdhejê 100 kesan canê xwe ji dest dane û herî kêm 10 kes jî di bin xirbeyan de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e