Şandeya Kurdan diçe Şamê

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Kurdan a Rojavayê Kurdistanê dê biçe Şamê û bi hikûmeta Sûriyeyê re dest bi dan û standinan bike.

Piştî peymana ku 29ê Kanûna Paşîn a 2026an di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hatibû îmzekirin û 30ê Kanûna Paşîn jî ji raya giştî re hatibû eşkerekirin, hewldanên siyasî jî zêde dibin.

Ji bilî dan û standinên ji bo pêkanîna peymanê, partiyên Kurdan jî di nava hewldanan de ne.

Li gorî ANHAyê, şandeya Kurdan a ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan a Rojavayê Kurdistanê de (26ê Nîsana 2025an li bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin) hatibû diyarkirin dê biçe Şamê.

Ji bo çûna şandeyê, dîrokeke zelal nehatiye diyarkirin lê hat gotin ku şande dê di demeke kurt de biçe.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dê li Şamê bi hikûmeta Sûriyeyê re li ser parastina mafên Kurdan misogerkirina wan a di destûra bingehîn de demokratîkbûna Sûriyeyê hevdîtin bên kirin.

Li aliyê din, Endama Desteya Serokatiya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Fesla Yûsifê doh jî Rûdawê re diyar kiribû ku dê şandeya partiyên Kurdan biçe Şamê û li ser mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyeyê re bicive.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan a Rojava Kurdistanê di 26ê Nîsana sala borî bi beşdariya zêdekirî 400 delegeyan li Parka Azadî ya li Qamişloyê hatibû lidarxistin.

Di konferansê de hemû partî û rêxistinên Kurdan ji bo parastin û bidestxistina mafên destûrî yên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê biryara yekrêziyê dabû.

Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê di heman demê de ji bo dan û standina mafên Kurdan li gel Şamê biryara damezirandina şandeyeke hevbeş a Kurdan dabû.