Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Gotin bi qîmet in lê gavên pratîk tunin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, bersiv da gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî.

Ahmet Turk tekez kir ku ew daxuyaniyan "bi qîmet" dibîne lê hîn jî gaveke şênber nehatiye avêtin.

Gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên ku hefteya borî di civîna koma partiya xwe de gotibûn, "Heta ku Ocalan vegere hêviyê, Ahmet vegerin meqamê û Demîrtaş vegere hêlîna xwe biryara me zelal e" di siyaseta Kurdan de deng vedidin.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk pirsên rojnameya Yeni Yaşamê bersivandin û gotinên Bahçelî û bendewariyên derbarê pêvajoyê nirxandin.

"Bêbawerî çêdibe"

Turk diyar kir ku ji bo ew daxuyanî di civakê de deng vedin pêdivî bi gavên yasayî heye û got:

"Em daxuyaniyên Birêz Bahçelî bi qîmet û girîng dibînin lê di pratîkê de ti gaveke avêtî tune.

Di eniya rojava de ti guherîn tune! Ji ber vê yekê em dibînin ku di civakê de bêbaweriyeke ku her diçe zêde dibe çêdibe.

Di serê gel de têgihiştina 'Zihniyeteke ku hewl dide me mijûl bike û vê pêvajoyê bi vî awayî biqedîne' û dilgiraniyek heye."

"Pêvajo bi bipêşketinên li Rojavayê ve girêdayî ye"

Ahmet Turk bal kişand ser pêwendiya di navbera lêgerînên çareseriyê yên li Tirkiyeyê û bipêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, helwesta Enqereyê rexne kir û derbarê pêvajoyê salnameyek pêşkêş kir.

Ahmet Turk wiha axivî:

"Gelê Kurd bi rastî jî wê pêvajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin bi sebir û baldarî dişopîne.

Tê fêmkirin ku Tirkiyeyê ji ber bipêşketinên li Sûriyeyê nêzîkatiyeke wisa nîşan da ku vê pêvajoyê bi paş bixe.

Niha li Rojavayê di hinek mijaran de lihevkirin çêbûn.

Ji vir û pê ve helbet ji bo ku ev pêvajo leztir bibe, divê heta dawiya sibat û adarê sererastkirinên yasayî û hiqûqî derkevin holê."