Karwanekî Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê yê li Rojavayê Kurdistanê îro derbasî Herêma Kurdistanê bû.

Karwanê leşkerî yê mezin ê ku leşkerên Amerîkayê yên erkê wan li Rojavayê Kurdistanê qediyaye vediguhêze, di rêya Dihokê re derbas bû û gihişt parêzgeha Hewlêrê.

Di karwanê de gelek barhilgirên ku wesayîtên zirxî, Humvee û cebilxaneya leşkerî vediguhêzin cih digirin.

Guhertina hêzan a rûtîn

Berpirsekî bilind ê Parêzgariya Hewlêrê derbarê mijarê ji Rûdawê re ragihand ku ev tevger ne vekişîn e, guherîneke rûtîn e.

Wî rayedarî got, "Yekîneyên ku dema erkê wan a li Rojavayê Kurdistanê qediyaye, di çarçoveya guhertinê de di rêya Herêma Kurdistanê re vedigerin."

Hebûna Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê

Amerîkayê salên 2014 û 2015an bi destpêkirina şerê DAIŞê û zêdebûna metirsiya li ser Kobaniyê, hêz û kel û pelên leşkerî şandibûn herêmê.

Niha nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bi cih bûne.

Ev yekîne û kel û pelên leşkerî di çarçoveya pêdiviyên ewlehiyê û planên operasyonel de dem bi dem tên guhertin.

Hat diyarkirin ku karwanê ku îro gihiştiye Hewlêrê jî beşek ji vê pêvajoya guhertinê ye.