Mîroglu: Di nîjadperestiya li dijî Kurdan de di tifaqeke tam de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Berê yê AK Partiyê yê Mêrdînê û nivîskar Orhan Mîroglu diyar kir ku li Tirkiyeyê hewl tê dayîn nîjadperestî, kîn û hêrsa li dijî Kurdan asayî bikin.
Orhan Mîroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî (X) daxuyaniyek da û hişyariyên girîng dan.
Mîroglu got, "Divê Tirkiye teslîmî vê hezeyana nîjadperest nebe" û çend xalên girîng destnîşan kirin.
"Di nîjadperestiyê de di tifaqeke tam de ne"
Mîroglu bertekên li ser Dîlan Yeşîlgoza Dêrsimî nirxandin ku li Holendayê bûye wezîra parastinê.
Mîroglu diyar kir ku aliyên siyasî yên cuda di dijberiya Kurdan de bûne yek û got:
"Îslamî, Îtîhatçî, Kemalîst, neteweperest, yên ku hîn jî Torosên spî yên bi keleşnîkof ji me re dişînin, demokratên mihafezekar û lîberal dest dane hev!
Nav û kodên wan cuda ne lê şîroveyên wan heman in! Di nîjadperestiya li dijî Kurdan de di tifaqeke tam de ne, heta pêşbaziyê dikin."
"Alternatîfeke xurt a têkoşîna çekdarî"
Mîroglu serkeftina Dîlan Yeşîlgozê di têkoşîna sed salî ya mafxwaziya Kurdan de wekî guherîneke stratejîk pênase kir û got:
"Bidestxistina temsîliyeke siyasî ya keçeke Kurd a di navenda Ewropayê de ku ji NATOyê berpirs e, alternatîfeke xurt e ji bo stratejiyên têkoşînê yên ku Kurdan heta niha bi pêş xistine.
Ev yek alternatîfa têgihiştina 'ji bilî çiyê dostê Kurdan tune' û lêgerîna azadiyê ya bi çekan a li çiyê ye ku sed sal in didome.
Bê guman Dîlan Xanim bi heqê xwe li wî kursiyî rûniştiye. Xezeba wan kesên ku bi rojan e êrişî wê û kesên pê kêfxweş bûne dikin, ji ber Kurdbûnê ye!"
"Dixwazin kefareta Xezeyê bi Kurdan bidin dayîn"
Orhan Mîroglu bertek nîşanî wê yekê da ku serkeftina Kurdan bi Îsraîlê ve tê girêdan û bi bîr anî ku dewletên herêmê bi xwe têkiliyan bi Îsraîlê re datînin û wiha got:
"Nîjadperestiyeke nû ya ku pêkhateyên wê yên îdeolojîk cuda ne, hem dibêje 'bila Kurd rûyê xêrê nebînin' hem jî dixwaze hemû kefaret û gunehê komkujiya Xezeyê bi Kurdan bide dayîn.
Tiştên wisa dinivîsin ku dema mirov bixwîne, pêkan e ku mirov di damezirandina Îsraîlê de jî li tililiya Kurdan bigere!
Lê belê di dîroka têkoşîna Kurdan de Îsraîl ne kevanek e jî."
Mîroglu peymanên dewletên wekî Misir, Azerbeycan û Erebistana Siûdî yên bi Îsraîlê re bi bîr anîn û got:
"Ew koma nîjadperest a ku lîstikvanên sereke yên vî planî rexne nake, Kurdan dike hedef."
"Banga kuştina Kurdan tê kirin"
Mîroglu bal kişand ser wan tohmetên li dijî wî ku dibêjin "zemîna psîkolojîk a têkoşîna çekdarî amade dike" û gotinên nefretê yên li hemberî Kurdan û wiha pê de çû:
"Kesekî umetparêz, Kurdan wekî 'ehlê sunetê û minafiqan' dike du beş û Barzaniyan dixe nava minafiqan.
Dijminatiya Kurdan û ev hezeyan herî dawî bi bangên 'Kurdan bikujin!' ên ciwanan didome!
Dema Kurd behsa bihêzbûna li Enqereyê dikin, ew ji ber ku em bûne wekîl (parlamenter) qahrê dikin."
"Dem dema axaftinê ye"
Mîroglu tekez kir ku hewl tê dayîn Tirkiye bi vê pêla nîjadperest were razîkirin û nivîsa xwe bi vê bangê bi dawî kir:
"Divê Tirkiye teslîmî vê hezeyana nîjadperest nebe. Em ne di wan deman de ne ku mafê bêdengiyê were bikaranîn, ji bîr nekin em di wan deman de ne ku divê em mafê axaftinê bi kar bînin!"